NûçeRojhilatanavinSûriye

Zêdebûna hejmara şehîdên kiryara terorîstî ya Şamê

Hejmara şehîdên du teqînên terorîstî yên duh şemiyê li navça Bab Muselaya Şamê gihêşte 59 kesan.

Li gorî rapora kanala nûçan a Al-Alamê, bingehên sûrî pêştir ragihandibûn ku di encama teqîna duh şemiyê li devera Bab Muselaya Şamê, herîkêm 40 kes şehîd û nêzî 120 kesî jî birîndar bûn ku paşê hate ragihandin, hejmara şehîdên vê rûdawê gihêştine 59 kesan ku 47 ji van şehîdana Ziyaretkir û kesên sivîl bûne û 12 jî ji hêzên gelanî yên Sûriyê bûne.

Herwisa ku pêştir jî nûçegihanê kanala Al-Alamê ragihand ku pirranîya şehîd û birîndaran, zîyaretkir in.

Ajansa nûçan a SANA`yê ji zarê fermandeyê polîsên Şamê ragihand: Di vê êrişa têrorîstî da, 2 bombe li nêzîkî Meqbere Bab ul Sexîrê li devera Bab Muselayê hatin teqandinê.

Televîzyona Meyadînê jî ragihand ku ev du bombe bi navbereke kurt li pey hev teqîyan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu