NûçeRojhilatanavin

Li Misrê êrîş: 8 polîsan can da, 3 jî birîndar bûn

Li herêma Newala Nû ya Misrê di encama êrîşeke çekdarî bi ser xaleke kontrolê ya polîsan de, herî kêm 8 polîs hatin kuştin 3 jî birîndar bûn.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê yê Misrê Halid Mucahîd ji rojnamevanan re ragihand ku di êrîşê de 8 polîsan jiyana xwe ji dest daye û 3 polîs jî birîndar bûne.

Mucahîd daxuyakirin ku gelek ambulans ber bi cihê bûyerê ve çûne û birîndar jî bo nexweşxaneyên dorûberê hatine veguhestin. Hîna ti rêxistinekê berpirsiya xwe ya êrîşê ranegihandiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu