AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Zêdebûna îxracata nifta Îranê bo Hindûstanê

Wezareta nifta Hindûstanê ragihand ku kirîna nifta Îranê li Tebaxa bihurî gihêştiye asta xwe ya herî jorîn li 15 salên bihurî.

Li gor rapora ajansa Ruetirs`ê, Hindûstanê li Tabaxê her rojê nîzikî 576 hezar bermîl nift ji îranê kiriye ku li qiyas digel Tîrmehê sedî 10 kirîna niftê ji Îranê zêde bûye.

Hatiye ragihandin ku li tabaxa par , Hindûstanê rojê 199 hezar bermîl nift ji Îranê dikirî ku , kirîna nifta Îranê ji aliyê Hindûstanê tebaxa îsal li qiyas digel par sê beranber bûye.

Gor raporên belav bûyî sercem li pênc mehên destpêka îsal îxracata niftê ji bo Hindûstanê sedî 10.7 zêde bûye.

îranê welatê sisyan e ji nezera îxracata niftê û endamê saziya welatên nift firoş e.

Piştî îmzabûna rêketina navokî di navbera Îranê û grûpa 5+1 û îbtalbûna boykotên dijî Têhranê, îxracata nifta Îranê zêde bûye.

Qirare ku Îran li Îlona 2016 rojê sê milyon û 800 hezar bermîl nift bifroşe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu