EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Polîsekî Efxanî 6 hevalên xwe kuştin

Polîsekê Efxanî îro li wîlayeta Zabol, li Başorê Rojhelata wî welatî, şeş hevalên xwe kuştin.
Guyl Îslam Siyal, peyivdarê wîlayeta Zabol ragehand; Li bingehê polîsên devera Sîwar a ser bi deverdarîya Şînkî ve, li wîlayeta Zabol, polîsekî ku guman heye ser bi tevgera Talîbanê ve be, 6 hevalên xwe kuştin.
Aşkira jî kir, piştî rûdanê bikuj beref cihekê nediyar revîye û Çek û Teqemenyên nav bingehî jî birine û got: Aliyên peywendîdar lêkolîn li dor bûyerê dest pê kirîye.
ta nihe tevgera Talîban jî hîç ronkirinek derbarey wê rûdanê belav nekire. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu