Zêdebûna nigeraniya saziyên navçeyî û navneteweyî ji cinayetên Îsraîlê
Rexna saziyên navçeyî û navneteweyî ji cinayetên Rejîma Siyonîstî li dijî gelê Filistînê li halekê zêde bûye ku qawetên bibandor ser van saziyana bi xemsariya li hember mafên gelê Filistînê bûne şirîkê cinayetên vê rejîmê.
Stefan Obrayn, alîkarê Ban Kî Mûn sekreterê giştî yê NY 23 Mijdarê li civîna konseya ewlehiyê dilgiraniya xwe li bara zêdebûna zevtkirina erdên filistîniyan li kêleka rojava ya çemê Urdinê ji aliyê siyonîstan da xûyanê û got xopan û zevtkirina erdên filistîniyan li kêleka rojava ya çemê Urdinê pêka sala 2015an 2 beramber bûye.
Nîkolay Miladînov şandiyê taybet ê NY li rojhilata navînê jî bi şermezarkirina biryara Rejîma Siyonîstî jibo çêkirina malên nû li kêleka rojava ya çemê Urdinê bitaybet li rojhilata Beyt Ul-Muqedesê ji vê rejîmê xwest ku xebatên xwe yên neqanûnî rawestîne.
Ehmed Ebûqeyz sekreterê giştî yê Yekitiya Ereban jî roja sêşemiyê li axiftina xwe nav koma rayedarên welatên ereb û Efrîqayê li çaremîn civîna rayedarên van welatana li Malaboyê paytexta Gîna Ustiwayî tekez kir ku sersariay li hember mafên rewa yên gelê Filistînê tenê dibe sedema hesta zilma zêdetir a gelên ereb û rewşê jibo kiryarên terorîstî û tund û tûjiyê xweş dike.
Fukara Obraynê û Miladînovê li bara cinayetên Îsraîlê li dijî filistîniyan li halekê ye ku NY heya niha pêngavek ranekiriye ku vê rejîmê neçar bike dev ji cinayetên xwe berde.
Civata giştî ya NY heya niha bicaran bi pejirandina hin biryarnaman cinayetên Îsraîlê şermezar kiriye lê biryarnamên civata giştî cih anyên. Konseya Ewlehiyê ya NY ku kiryar û biryarnamên wê garantiay cihanîna wna heye bitaybet li çarçowa xala 41 û 42yan tê nimandinê pêngaveka herî biçûk jî jibo şermezarkirina cinayetên Îsraîlê ranekiriye ji ber ku qawetên rojavayê bitaybet Emerîka li vê konseyê mafê vetoyê jibo piştgiriya ji Rejîam Siyonîstî bikar tînin.
Ehmed Ebûqeyz sekreterê giştî yê Yekitiya ereban li halekê binpêkirina mafên filistîniyan ji aliyê artêşa Îsraîlê rexne kir ku ji aliyekê ve li çarçêva ev rêxistina erebî tu hewldanek jibo berevaniya ji mafên filistîniyan cih nehatiye û ji aliy din ve hevahengiya hin endamên ev saziya erebî ji wan Erebistana siûdî ku îdiaya rêberiya vê rêxistinê jî heye bi siyasetên Îsarîlê zêdetir bûye.
Herçend ku 15 mîn întifaza Qudsê ya filistîniyan li dijî Îsraîlê jî derbas dibe û heya niha bi sedan filistînî şehîd û birîndar bûne lê Yekitiya ereban û qawetên erebî ên dawakarê piştgiriya ji filistîniyan tu pêngevek jibo berevaniya ji xelkê Filistînê an jibo şermezarkirina cinayetên Îsraîlê ranekirine.
Ev siyaseta di rewşekê de ji aliyê welatên ereb tê şopandin ku li dehekên berê piştgiriya ji Filistînê ji wan armancên welatên erebî û ji çavkaniyên giring ên rewabûna hukimdarên ereb dihat hesabê.
Dilgiranî û şermezarkirinên devkî yên rayedarên saziyên navçeyî û navneteweyî bandoreke berbiçav û kêrhatî ser jiyana dijwar a filistîniyan nake û Rejîma Siyonîstî jî neçar nake ku cinayetên xwe kêm bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)