AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Zêdebûna sedî 11 a berhemanîna polaya Îranê di sala 2016`an de

Civata cîhanî ya polayê zêdebûna berhemanîna polaya xav li Îranê li sala 2016`an bi qasî sedî 11-an ragihand.

 Li gorî rapora civata  cîhanî ya polayê, Îranê par li sala 2016`an  17 milyon û 895 hezar ton polaya xav berhem anî ku ev asta li sala 2015an , 16 milyon û 146 hezar ton bû .

Li gorî vê raporê, asta berhemanîna  polaya Îranê li meha dawiyê ya 2016an , milyonek û 521 hezar ton bû ku pêka par sedî 14 zêde bûye.

Li gorî rapora civata cîhanî ya polayê, Îran li sala 2016`an  mîna  sala 2015an  ji nav 66 welatên  berhemhênerê  polayê, pila 14an  a berhemanîna  polaya cîhanî bidest xist.

Îranê li asoya 1404`an bidestxistina  zirûfa 55 milyon ton polayê ji xwe re kiriye armanc ku niha  gihêştiye  asta sedî 50 ya vê reqemê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu