Civata cîhanî ya polayê zêdebûna berhemanîna polaya xav li Îranê li sala 2016`an bi qasî sedî 11-an ragihand.
Li gorî rapora civata cîhanî ya polayê, Îranê par li sala 2016`an 17 milyon û 895 hezar ton polaya xav berhem anî ku ev asta li sala 2015an , 16 milyon û 146 hezar ton bû .
Li gorî vê raporê, asta berhemanîna polaya Îranê li meha dawiyê ya 2016an , milyonek û 521 hezar ton bû ku pêka par sedî 14 zêde bûye.
Li gorî rapora civata cîhanî ya polayê, Îran li sala 2016`an mîna sala 2015an ji nav 66 welatên berhemhênerê polayê, pila 14an a berhemanîna polaya cîhanî bidest xist.
Îranê li asoya 1404`an bidestxistina zirûfa 55 milyon ton polayê ji xwe re kiriye armanc ku niha gihêştiye asta sedî 50 ya vê reqemê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)