Rêveberê giştî yê rê û tranzîtê yê Xuresana Rezewî diyar kir: Asta veguhestna kelûmelan ji aliyê kamyonên parêzgehê li 9 mehên îsal pêka par sedî 7 zêde bûye.
Îbrahîm Nesrî roja çarşemiyê li gotûbêja bi nûçegihanê IRNAyê re got : Li vê midehê sercem 20 milyon û 33 hezar û 709 ton kel û mel ji aliyê kamyonên tranzîta Xuresana Rezewî li asta parêzgehê an bo parêzgehên din hatiye guhestin ku ev reqema pêka par 18 milyon û 718 hezar û 2012a ton bûye.
Wî diyar kir: li vê midehê hejmara rêwiyên ku ji aliyê sîstema guhestina rêwiyan a parêzgehê hatien guhestin sedî 4 zêde bûye ku ev reqema 15 milyon û 471 hezar û 740 rêwî bûne.
Rêveberê giştî yê rê û tranzîtê yê Xuresana Rezewî destnîşan kir: Ji Tîrmehê ve amara veguhestina navxweyî ya kelûmelan ji aliyê sîstema veguhestinê li parzêgehê nêzîkî sedî 12 zêde bûye ku li encama çareserbûna zama aborî û rewneq û geşatiya aboriyê li navçê pêk hatiye (BANGÊ ÎSLÂMİ).