NûçeRojhilatanavinSûriye

Zêdebûna şer û pevçpûna navbera komên têrorîst li Sûriyê

Di dewama zêdebûna kêeş û pevçûna navbera komên têrorst li Sûriyê, serokê koma têrorst a nasyar bi Ceyş El Ezeyê li Idlibê hat kuştin.

Li gortî rapora kanala têlêvîziyoniya El Meyadînê, çavkaniyên nûçeyan ên ser bi dijberên sûrî roja Îniyê ragihandin ku di dewama gurrbûna kêşeyên navxweyî navbera komên têrorsît, Xalid Meiratî nasyar bi Ebu Leheb dewsgirê fermandarê koma nasyar bi ceyş El ezeyê li bajarê Xan Şêxûnê li derdora başûrê Idliba bSûriyê hat kuştin.

Hevdem koma têrorîst a Tehrîra Şamê ragihand: Ebdullah El Muheysinî serkirde û qaziyê şerîetê yê komên têrorîst li bakurê Sûriyê ji opêrasiyona têrorê filitiye.

Koma têrorîst a Tehrîra şamê wek berteka li hemberî têrorên vê dawiyê li Idlibê, li navenda vê parêzgehê bi qasî sê rojan qedexeya hatûçûnê sepandiye.

Roja bihurî jî Ebu El Were Kefer Betîx serkirdeyê têîrorîstên Tehrîra Şamê hevrê digel parêzvanê xwe Ebu Selîm ji serkirdeyên koma têrorîst a Ceyşa Ehrarê û Mistefa Hacî Elî serokê beşa ragiahndinê ya Rêvebiriya Perwerdehiya parêzgeha Idlibê ser bi dijberan li vê parêzgehê ji aliyê kesên nenas va hatin kuştin.

Sê komên têrorîst ên Tehrrîa şamê, hevpeymaniya têrorîst a Bereya Tehrîra Sûriyê û koma têrorîst a Seqûra Şamê sêşemiya bihurî anku 24ê Nîsanê piştî opêrasiyonên têrorê ku bû sebeba kuştina hin serkirdeyên wan, li parêzgeha Sûriyê agirbes ragihandin. Lê ev navçe hema wisa meydana şer û pevçûnê û kuştina serkirdeyên van komên têrorîst e.

Başa dön tuşu