Genel

Zêdebûna zarokên penaberan ên bê dêbav li ewrûpa

Navenda amara Yeketiya Ewrûpa ji Zêdebûna zarokên penaberan yên bê dê û bav li Ewrûpa xeber da.

Li gor rapora ajansa Fransayê, Navenda amara Yeketiya Ewrûpa ya ser navê Eurostat li rapora xwe ya duh duşemê ji zêdebûna zarokên penaberan yên bê dê û bav li ewrûpa xeber da û destnîşan kir ku ev zarokane yên wan malbatan in ku sala 2015 hatine Ewrûpa û hejmara wan jî 88 hezar û 300 zarok in.

Li vê rapora Navenda amarê ya Yeketiya Ewrûpa ya ser navê Eurostat hatiye ku hejmara van zarokan li qiyas digel sala 2013 heşt beranber bûye.

Li gor vê raporê sedî 51 ji van zarokan Efxanî ne û sedî 16 jî sûrî ne.

Ajansa sînorî ya Erûpa jî mudehek berî niha ragihand ku zêde ji milyonek û 800 hezar penaber li sala 2015 gihêştine Ewrûpa.

Herwisa Saziya cîhanî ya Koçberiyê jî ragihandiye ku ji destpêka sala 2016 heta niha zêde ji 178 hezar ji riya behrê xwe gihandine Ewrûpa û li vê navberê da 732 kes jî di nav behrê da xeniqîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu