ÎranNûçeRojhilatanavin

Derketina nêzîkî nîv milyon ziyaretkirên Erbeîna Huseynî ji sînorên Xûzistanê

Zêde ji 475 hezar ziyaretkir ji sînorên Xûzistanê bona beşadriya li merasima mezin a meşa Erbeînê berê xwe dane Iraqê.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, Riza Necatî, berdevkê navenda Erbeînê ya parêzgeha  Xûzistanê, li başûrê rojava Îranê roja pêncşemiyê got: Ji destpêka  meha Seferê heya niha  475 hezar û 157 kes, ji du sînorên  Çezabê û Şelemçê bona beşdariya li merasima mezin a meşa  Erbeînê dreketin.

Necatî her wiha got: Hemî amadekariyên  bona gîhandina  xizmetê bo ziyaretkirên Erbeînê amade bûye.

Sînorên  Çezabê û Şelemçê li parêzgeha  Xûzistanê du sînorên  fermî yên hat û çûyîna  ziyaretkirên  Erbeîna Huseynî nav  axa Iraqê ne.

20 Meha Sefera 1440`an a  Koça  Hîvî( 30 Cotmeha 2018an) Erbeîna Huseynî(s) îmamê sisyan ê şîeyên  cîhanê û hevalên emegdar ên wî li çola Kerbelayê ye.

Bi milyonan ziyaretkar ji seranserê cîhanê li vê rojê bona beşdariya li merasima  Erbeîna Huseynî(s) derbasî bajarê Kerbelayê li başûrê Iraqê dibin.

Başa dön tuşu