AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Zêdekirina bûdceya hêzên ewlehiya bajêran li Îranê

Li gorî rapora IRIB Newsê, serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê, Elî Larîcanî, roja duşemiyê li civîna seranserî ya fermandên hêza ewlehiyê yê Komara Îslamî ya Îranê, NACA`yê got: Meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li sala teze bona xurtkirina bingeh û binyata berevaniyê ya hêzên ewlehiya bajêran, girêdana sînoran, rawestana li ber terorîstan û parastina ewlehiya Îranê bûdceya hêzên ewlehiyê zêde kiriye.

Elî Larîcanî her wiha tekez kir ku divê ji hêza ewlehiyê were xwestin ku ji bo cihanîna aboriya berxwedanê li hember diyardeya qaçaxê cidî bisekinin.

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku medya beşek ji saziyên berpirs in ku berpirsiyariya rawestana li ber qaçaxê hene û got: Medya divê şêwaza rawestana li ber fesadiyên civakî bi curekê li civakê hilêxînin û reftara hêzên ewlehiya bajêran û teşkîlata dadweriyê nîşan bidin ku tu kes newêre cardin sûçeke wiha bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu