IraqNûçeRojhilatanavin

Zêdetir ji 500 kesan ji xelkê sivîl yê Felûce ji destê DAIŞê rizgar bûn.

Zêdetir ji 500 kesan ji xelkê sivîl yê Felûce piştî vekirina deriyekî rizgarbûnê, xwe gihandin navçeyên aram û ji destê DAIŞê rizgar bûn.

Li gorî zanyariyên ku hatine bidestxistin, piraniya wî xelkê ku rizgar bûne, jin û zarok in û ji tirsa êrîşan û herwiha piştî kontrolkirina çend navçeyên derdora Felûce ji destê DAIŞê reviyan e.

Hêzên Iraqî ji derdora Felûce ragihandin ku bi awayekî berdewam xelkê Felûce ji destê DAIŞê direve.

Efserê artêşa IraqêSecad Tarîq ragihand ku piştî pêşwazîkirina xelkê Felûce, navên wan têne tomarkirin û li navçeyên aram têne bicîhkirin û got: “Em nasnameyên wan piştrast dikin, ji ber ku hinek caran DAIŞ di nava xelkê sivîl de derdikevin ji bo xwe bigihînin navçeyên din.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu