ÎranNûçeRojhilatanavin

Xurtkirina peywendiyên Îranê digel welatên dorhêla Kendava Farsê

Serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyiya Meclisa Şêwraya Islamî ya Îranê got: Bêguman xurtkirina peywendiyên duyalî digel welatên dorhêla Kendava Farsê alîkariya ewlehiay navçeyê dike.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Islamî nasyar bi IRNA`yê, serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyiya Meclisa Şêwraya Islamî ya Îranê, Elaedîn Brocêrdî  ji helwêsta vê dawiyê ya Merzûq Xanim serokê parlimana Kuwêytê li ser esasa dabînkirina rewşa pêwsît ji bo xurtkirina peywendiyên Kuwêyt û endamên din ên Kosneya Hevkariya Kendava Farsê ligel Îranê pêşwazî kir.

Serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyiya Meclisa Şêwraya Islamî ya Îranê bal kişande ser gotinên vê dawiyê yên Merzûq Xanim û got: Gotinên vê dawiyê yên wî li gorî siyaseta Komara Islamî ya Îranê li navçeyê ye.

Brocêrdî got: Hebûna peywendiya herî baş ligel cînaran ji xalên bingehîn ên siyaseta derveyiya Îranê ye û Têhran ji gotinên serokê parlimana Kuwêytê ji bo baştirkirin û xurtkirna peywendiyên duyalî ligel vî welatî û welatên din ên dorhêla Kendava Farsê pêşwaziyê dike.

Merzûq Xanim serokê parlimana Kuwêytê roja pêncşemiyê li axaftinekê bi gotina viya ku Îran û welatên endama Konseya Hevklariya Kendavav Farsê şirîka hev in, li ser dabînkirina rewş û şert û mercên pêwsît ji bo xurtkirina peywendiyên nava Kuwêyt û wenadmên din ên Konseya Hevkariya Kendavav Farsê ligel Îranê pêgirî kir.

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê jî bal kişande ser nêrîşa erênî ya serokê parlimana Kuwêytê li bara berfirehkirna hevkariyan digel Îranê û got: Bêşik mijara sereke ya Komara Islamî ya Îranê hebûna peywendiyên herî baş digel welatên cînar û yên navçeyê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu