CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Zehra Irşadî: Îran ketiye ber şerê mêdyayî

Nûnera Îranê li Konseya Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên yekbûyî (NY), Zehra Irşadî li civîna Komîteya Mafêîn  Mirovan a Civata Giştî ya NY tevî xistina bin pirsê ya durustî û pêbawerbûna mêdyaya ku çavkaniyên wê ji aliyê rayedarên Brîtanyayê va tên dabînkirin, got: Dewletên dijmin plandarêştin, birêxistinkiirn û dabînkirina malî ya vê kanalê girtine ustiyê xwe.

Nûnera Îranê li Konseya Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên yekbûyî (NY) got: Ev kanal mijûlî pompaja kor a nefretê, çêkirina nûçeyên sexte û tehrîk û xerakirinê ye.

Irşadî destnîşan kir: Cihê mixabiniyê ye ku raporterê taybet nexwestiye van taybetmendiyên xerab bide nasandin.

Nûnera Îranê li Konseya Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên yekbûyî (NY) bi bîr xist: Bêyî berçavgirtina taybetmendiyên jorê, dewleta Îranê bi awayekî ciddî baweriya xwe bi parastina atmosfêra mêdyayî ya vekirî û herrikbar ji bo hemî welatiyên xwe ye.

Başa dön tuşu