CîhanEwropaNûçe

Zelanda Nû bo Qurbanan Merasîmeke Neteweyî li Dar Xist

Li Zelanda Nû, îro berî nimêja Înê bo qurbanîyên du hefteyên berê du êrîşên mizgeftan de hatibûn kuştin merasîmeke neteweyî hat li darx xistin.

Bi qasî 20,000 kes beşdarî merasîma li Hagley Park ya nêzî Mizgefta Nur ya li bajarê Christchurch bûn. Serokwezîra Zelanda Nû Jacinda Ardern û jimareke nûnerên dewletên din jî hatin merasîmê. Ardern di merasîmê de bang li cîhanê kir ku bo tunekirina tundrêbûnê hevkarîyeke xurt bikin.

Yek jî birîndarên êrîşê Ferîd Ahmed, ku di êrîşê de xanima wî hatibû kuştin, dîyar kir ku wî êrîşvan efû kiriye û ew êdî naxwaze bi ti awayî êrîşên bi vî rengî çêbin.

Piştî merasîmê, Yusuf Îslam, hunermendê Brîtanî yê piştre bûbû Misilman konsertek kin da û strana bi navê ‘’Trêna Aştîyê’’ got. Merasîm, bi awayekî zindî ji kanalên neteweyî hatin weşandin.

Başa dön tuşu