EfrîqaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

El Şebab li Somaliyê êrişî otelê kir: 12 kuştî û 25 birîndar

Hat ragihandin ku rêxistina terorîst a El Şebab li bajarê Mogadişu yê Somaliyê êrişî otelekê kir, li gorî zanyariyên destpêkê di êrişê de herî kêm 12 kes hatin kuştin û 25 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên berdest, li hemberî Otela Daya ku li Mogadişuyê li ser cadeya Mekke-i Mukerremê ye û rayedarên fermî yên hikûmetê lê diman bi du wesayîtên bombebarkirî êriş hat lidarxistin.

Tîmên tendirustî di daxuyaniya de ragihandin ku di êrişê de 12 kesî jiyana xwe ji dest da û 25 kes jî birîndar bûn. Li gorî daxuyaniya tîmên tendirustî di nava birîndaran de xebatkar û kameramanên çapemenî yên navneteweyî jî hene. Derbarê êrişê de hê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu