NûçeRojhilatanavinSûriye

Hejmara kuştîyên teqîna li Idlibê giheşte 35 kesî

Hejmara kuştîyên teqîna maşîna bombekirî li Idliba Sûrîyê giheşte 35 kesî.

Li gorî rapora televîzyona Al Mayadînê, di encama teqîna maşîneke bombekirî li nêzîkî meqera koma çekdar a Ecnad ul Qefqazê li bajarê Idliba Sûrîyê de 35 kes hatin kuştinê û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Ev teqîna kêmtir ji 24 sietan berî hevdîtina fermandeyê Ecnad ul Qefqazê digel Ebû Mihemed Cewlanî serkirdê Cebhet ul Nusrê qewimî.

Başa dön tuşu