AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Zengene: Emê her biryara OPECê ku dijî berjewendiyên neteweyî yên Îranê be, veto bikin

Wezîrê petrolê yê Komara Îslamî ya Îranê got: Her biryara Rêxistina Welatên Bifiroşê Niftê (OPEC) ku kêmtirîn xeterê j bo berjewendiyên neteweyî yên Komara Îslamî ya Îrqanê hebe, emê wê veto bikin.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya IRNA`yê, Wezîrê petrolê yê Komara Îslamî ya Îranê, Bîjen Namdar Zengene di bereberê lidarxistina civîna komîteya hevpar a wezaretî ya çavdêriya li ser kêmkirina raberkrina nift OPEC – Ne-OPEC (JMMC) ku roja 23ê Îlona 2018an dê li El Cezayîrê were lidarxistin, li hevpeyivîna bi navemnda nûçeyî ya Platsê û ajansa nûçeyan a Blombêrgê nêrîn û helwêstên Îranê derbarê lihevkirina kêmkirina asta raberkirina nifa OPECê û boykotên Ameîkayê li dijî pêşeya nifta Îranê şirove kirin.

Wezîrê petrolê yê Komara Îslamî ya Îranê li vê hevpeyivînê Komîteya hevpar a wezaretî ya çavdêriya li ser lihevkirina kêmkirina asta raberkirina nifta OPEC û Ne-OPECê (JMMC) bêyî desthilata qanûnî û hêjatiya hiqûqî da zanîn û got: Vê komîteyê mafê biryardana li warê siyasetên niftî yên OPECê tune.

Wezîrê petrolê yê Komara Îslamî ya Îranê derbarê berjewendiyên Îranê derheqê daxûyaniya “Hevkriylê“ ((Declaration of Cooperation)) got: Li gorî daxûyaniya “Hevkariyê“ di du salên bihurî da du welatên derveyî OPECê yanî Mêkzîka û Rûsiyê ji bo alîkariya bo tesbîta bihayê niftê li bazarê, alîkariya OPECê kirin, lê biryar nine “Daxûyaniya Hevkariyê“ dewsa OPECê bigire.

Bîjen Namdar Zengene bi gotina vê yekê ku OPEC bûye goriyê tevgera amerîkî, got: Du endamên OPECê bi hevdengbûna digel siyasetên Amerîkayê ji bo derbelêdana li berjewendiyên Komara Îslamî ya Îranê tevdigerin.

Hisên Kazimpûr Erdebîlî, nûnerê Îranê li desteya cihêner a OPECê roja 16ê Îlonê got: Erebistan û Imarat li halê guherandina OPECê bo amêrekê ji bo amerîkiyan in û bi vî karî êdî tu pêbawerî  ûhitbarek ji bo vê rêxistinê nemaye.

Başa dön tuşu