İslami Davet Kurdi Bange İslami

Zengene hêvî kir ku li civîna Cezayîrê lihevkirinek pêk were

Bîjen Zengene wezîrê niftê yê Îranê ku ji bo beşdariya li panzdehemîn civîna navnetewiya komcivîna ênêrjiyê çûye Cezayîrê, got: Hewildanên Cezayîrê ji bo lihevnêzikirina helwêstên welatên endamê OPEC`ê gellek binirx in û hevhatina hemî endaman digel hinek ji welatên derveyî OPEC`ê pêwsîtiya bidawîanîna pirsgirêkan e.

Bîjen Zengine got: Îran ji bo hevrêtiya digel endamên OPEC`ê li pêvajoya lihevkirina kontrola raberklirina niftê li bazarê, hemî hewildanên xwe bi kar anîne.

Wezîrê niftê yê Îranê her viha zêdebûna daxwazê û kêmbûna zimhêrên niftê li bazarê di heyama sê mehên dawiya sala 2016`an û sê meha destpêka sala 2017`an da wekî hokarek ji bo jordaçûna bihayê niftê li bazarê zanî û got: Têhran çavlirê ye endamên OPEC`ê piştgirîyê bidin  vegeriyana Îranê nav bazara niftê û wergirtina par û pişka berhemanînê piştî rakirina boykotên navneteweyî.

Panzdehemîn civîna navneteweyiya komcivîna ênêrjiyê roja sêşemiyê li Cezayîrê destpê bû û îro dawî li xebata xwe anî.

Civîna rawêjkariyê ya endamên OPEC`ê jî biryar e ku berêvariya roja çarşemiyê li El-Cezîreya paytexta Cezayîrê were lidarxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version