AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Zengene: Îran di warê berhemanîna gazê li meydana Parsa Başûr de li pêş Qeterê ketîye

Bîjen Zengene li bernama Nêgahê Yêk (Nêrîna 1) a kanala 1 a televîzyona Îranê got ku Komara Islamî ya Îranê di rojê de 553 mîlyon metre kûpên gazê ji meydana Parsa Başûr derdixe.

Wezîrê niftê yê Îranê herwisan bal kişand ser jordabirina asta hildana niftê ji meydanên hvpar ên rojavaya Karûnê û got: Îran niha di rojê de 305 hezar bermîl nift ji meydanên hanê hildide.

Îranê di Kanûna sala buhurî de di rojê de 161 hezar bermîl nift ji meydanên hevpar ên rojavaya Karûnê hildida.

Meydanên Yadaveran, Azadêganê Cinûbî, Azadêganê Şomalî, Yaranê Cenûbî û Yaranê Şomalî ji meydanên hevpar ên niftê di navbera Îran û Iraqê de ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu