ÎranNûçeRojhilatanavin

Zengene: Îranê meha Gulanê di rojê da zêde ji 2 milyon bermîlî nift firotiye

Wezîrê niftê yê Komara Islamiya Îranê got: Îranê di meha Gulanê da nêzî 2 milyon û 23 hezar bermîl nift di rojê da firotiye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Bîjen Namdar-Zengene ku vê sibê bi merema pişkdariya li 169`emîn civîna Saziya Welatên Bifiroşê Niftê (OPEC) derbasî Viyenê bû, li ber deriyê Hotêla Koborgê li koma nûçegihanan pêkutî kir ku Îran yê asta firotina nifta xwe bigihîne ya berî boykotan.

Wî her wiha got: Asta firotina nifta Îranê di navbera civînên 168 û 169 ên OPEC`ê da bûye duberanber ku vê zêdebûnê netenê bandoreke nerênî li bazarê nekiriye belkî baş li bazarê hatiye firotinê.

Zengene her wiha got: Asta derxistin û firotina niftê ser xêra tu yek ji welatên endamê OPEC`ê nîne lê, Îran ser vê bawirê ye ku asta pişka her welatekî kifş bbie ku ez fikir dikim di vê civînê da yê tu lihevkirinek di vî warî da pêk neyê.

Wezîrê niftê yê Îranê bihaya 70 dolar jibo her bermîla niftê li gorî rewşa niha ya bazarê guncaw zanî.

Wezîrê niftê yê Komara Islamiya Îranê got: Îranê berî viya gotibû ku OPEC saziyek e jibo herîzêdekirina berjewendiyên endamên vê dezgehê ku divê di çarçova misogerkirina bazarê da pêngavan rake û di rewşa nehevseng a bazarê da rola birêvebirinê bilîze û Îran jî piştgiriyê dide vê rola OPEC`ê (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu