AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Zengene: Îranê miliyonek bermîl nift li asta berhemanîna xwe zêde kiriye

Wezîrê niftê yê Îranê got: Îranê bi rakirina gellek boykotan û gotûbêja ji bo pêkanîna biryarnameya Soap`ê (Guhestina duyalî) digel welêatên navçeyê kariye miliyonek bermîl li asta berhemanîna nifta xwe zêde bike.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Bîjen Namdar Zengene wezîrê niftê yê Îranê êvara çarşemiyê li hevpeyivîna digel Kanala Xeberê ya Radyo û Têlêvîziyona Îranê her wiha got: Bihayê derfirtona nifta Îranê di sala 2017`an da dê bigihêje derdora 50 miliyar dolarî; Ji ber ku tu berbendek ser riya firotina nifta Îranê tine.

Zengene her wiha got: Di meha Sibatê da bi amadebûmna serokomarê Îranê dê Fazên 19 – 17 – 20 û 21`ê yên Meydana Gazî ya Parsa Başûr li başûrê Îranê bên vekirin û dê 50 miliayr mêtra Kûp gaz di salê da li berhemanîna gaza Îranê zêde bibe.

Wezîrê niftê yê Îranê got: Îranê dil heye bi bernameyên ku amade kirine asta berhemên pêtrokîmiya xwe heta 9 miliyon tonî zêde bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu