CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Zengene: Îranê tu berbendek ji bo zêdekirina berhemanîna niftê tine

Wezîrê niftê yê Komara Îslamî ya Îranê got: Îranê piştî lihevkirina OPEC`ê li civîna Viyenê tu berbendek ji bo zêdekirna berhemanîna niftê tine.

Bîjen Zengene roja pêncşemiyê li hevpeyivîna digel Kanala Xeberê ya têlêvîziyona Îranê tevî pêgiriya li ser biryara Saziya Welatên Bifiroşê NIdtê (OPEC) ji bo zêdekirina para Îranê ya berhemanîna nifta xav, got: Encama civîna OPEC`ê li Viyenê dîrokî bû.

Wezîrê niftê yê Îranê bi gotina viya ku biryardana li civîna OPEC`ê tevî hebûna nakokiyan di navbera endamên wê dijwar bû, her viha got: Ev sazî di heyama du salên buhurî da hatibû dûrxistin, lê destkeftên civîna Viyenê piştî 8 salan ji nû va OPEC vejiyand.

Wezîrê niftê yê Îranê got: Tevî hebûna nakokiyên siyasî ku di nava hinek ji welatan da hene, endamên OPEC`ê li çarçova vê saziyê peywendiyên xwe yên dostane hene û ji bo baştirkirina rewşê dixebitin.

Zengene got: Bazara niftê gere dûrî qada siyasetê be da ku biryarên aqilmendane bên dayîn.

Wezîrê niftê yê Îranê bal kişande ser biryara Rûsiyê wek endamê ne daîm ê OPEC`ê ji bo kêmkirina asta berhemanîna nifta xwe û got: Vê biryarê bi gotûbêja di navbera rayedarên derecebilind ên du welatan serê xwe girt û hevrêtiya Rûsiyê li vî warî pêngaveke girîng bû.

Endamên OPEC`ê roja çarşemiyê li sed û heftî û yekemîn civîna xwe li Viyenê li hev kirin ku rojane miliyonek û 200 hezar bermîlî berhemanîna xwe ya niftê kêm bikin da ku asta jorîn a berhemanîna nifta OPEC`ê di rojê da bigihêje 32.5 miliyon bermîlî (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu