AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Zengene: Nabe neft bo berjewendîyên sîyasî bê bikaranînê

Wezîrê niftê yê Komara Islamî ya Îranê got: Nift tifing nîne û nabe ew jibo zîyangîhandinê li hemberî reqîban û dabînkirina armancên sîyasî were bikaranînê.

Li gorî rapora Şebekeya Ragihandinê ya Nift û Gaza Îranê (SHANA), Bîjen Zengene, wezîrê niftê yê Îranê şeva buhurî li navenda konfiransên navnetewî ya El-Cizîrê, paytexta El-Cezîrê û li yekemîn civîna pisporên civata navnetewî ya enerjîyê li bara pirsgirêkên niha yên bazara niftê got: Mixabin hin welatan bihaya niftê ewqasî daxistine ku zîyan gîhandine berjewendîyên derînerên din ên niftê.

Zengene herviha got: Dewama bihyayên kêm ên niftê mijara herîgirîng bûye ku bazar pêrgî wê bûye û bihayên kêm dûhatên nerênî hebûne û yê di pêşerojê da jî dûhatên viha bîne.

Wezîrê niftê yê Îranê herviha got: Bandor û dûhatên xirab di dewrên navîndem û demdirêj da li ser sermayedanîn û berfirekirina potansîyela derxistina niftê kifş dibin û xwe nîşan didin û zîyanê digihînin her du alîyên bifiroş û bikirrên niftê.

Zengene herviha got: Pirsgirêka din a bazara niftê, sîyas û pêngavên cihêkarîyê ne ku hin blokên bikirr jibo dayîna sûbsîdê bo bikaranîna rejûyê dimeşînin û radikin.

Wezîrê niftê yê Komara Islamî ya Îranê li dawîya xeberdana xwe got: Îranê hertim piştgirî daye pêngavên Sazîya Welatên Bifroşên Niftê (OPEC) jibo misogerkirina rewşa bazara niftê û pêkutîyê dike ku Îran xêrhatinê dibêje hemî bifiroşên niftê yên ne endamê vê sazîyê ne ku bên û li hewldanên OPEC`ê bi armanca misogerkirina rewşa bazarê pişkdar bibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu