AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Zengene: OPEC`ê li civîna El Cizîrê, biryareka awarte da

Wezîrê nifta Îranê ji bilî diyarkirina kêfxwaşiya xwe ya ji ber encama civîna şêwirînê ya OPEC`ê li El Cezayêrê, got: Roja çarşemiyê li OPEC`ê biryareka awarte hate dayîn.

Bîjen Namdar Zengene, roja çarşemiyê piştî zêdeyî 4 saetan beşdariya li civîna şêwirînê ya endamên Saziya Welatên Firoşerê Niftê (OPEC) li El Cezayêrê got: OPEC, piştî du sal û nîvî, ji bo birêvebirina bazarê biryareka yekgirtî da. Wî herwiha got: Wezîrên nift û enerjiyê yên welatên endamên OPEC`ê, biryar dan ku li ser pêşniyara nivîsgeha OPEC`ê, berhema vê saziyê heya asta berhemanîna 32.5 mîlyon bermîl di rojê de kivş bikin ku divê ev hejmar di navbera endamên OPEC`ê de dabeş bibe.

Wezîrê nifta Îranê, berdewam kir: OPEC`ê biryar daye komîteyeka pisporiyê ku endamên vê saziyê digire ber xwe, pêk were û ev komîteya pêşniyara xwe ya li ser asta berhemanîna welatên endam, ji bo civîna tê ya endamên vê saziyê, raber bike.

Zengene destnîşan kir: Ev komîteya pisporiyê, herwiha gotûbêjên xwe yên tev welatên ku endamên OPEC`ê nînin ji bo pêkanîna istiqrara li bazara niftê, didomîne.

Wezîrê nifta Îranê li bara hegera dirêjbûna dema civîna şêwirînê ya OPEC`ê li El Cezayêrê got: Gelek gengeşe di vê civînê de raber bûn û li dewamê civîna şêwirînê bû civîna awarte ya OPEC`ê û biryarên vê civînê hitbar û krêdîteka zêdetir peyda kir.

Hêjayî gotinê ye ku civîna şêwirînê ya wezîrên nift û enerjiyê yên OPEC`ê, roja çarşemiyê, demlidest piştî bi dawîhatina civîna Civata Navneteweyî ya Enerjiyê (IEF) li El Cezîreya paytexta El Cezayêrê hat li darxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu