Zengene: Pir muhtemel ser kêmkirina berhemanîna niftê lihevkirineke cîhanî pêk were
Wezîrê niftê yê Komara Îslamî ya Îranê diyar kir: Pir muhtemel e hevhatina cîhanî jibo kêmkirina berhemanîna niftê navbera welatên endam û ne-endam ên OPECê bê domandin.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya IRNAyê, Bîjen Zengene, wezîrê niftê yê Komara Îslamî ya Îranê got : Divê li bara domandina hevhatina cîhanî jibo kêmkirina berhemanîna niftê muzakirên zêde bên kirin.
Wezîrê niftê yê Îranê destnîşan kir: Jibo nirxandina şertên welatên endam û yên ne-endam ên OPECê li warê dirêjkirina kêmkirina berhemanîna niftê dem pêwîst e.
OPEC` ê li civîna fermî ya 30 Mijdara 2016`an li Viyanayê yekim car ji sala 2008an kêmkirina berhemanîna niftê qebûl kir da ku bi kêmkirina zêdeka belavkirina niftê di bazaran alîkariyê bide jordeçûna asta buhaya niftê.
Li vê civînê Komara Îslamî ya Îranê heya gihêştina li asta berhemanînê heya asta beriya boykotan, ji cihanîna vê hevhatinê hat miafkirin.
Li gorî hevhatina dîrokî ya OPECê, OPEC ji Çileya 2017an milyonek û 200 hezar bermîl di rojê de asta berhemanîna nifta xwe kêm kir.
OPECê her wiha di dehê Kanûna 2016an dengê erê yê berhemhênerên niftê yên neendamê OPEC`ê, ji wan Rûsiye, Qezaqistan, Gîne, Komara Azerbaycanê, Sûdan, Malizya, Uman, Sûdan, Bolîwî, Mekzîk, Behreyn û Broniyê li bara kêmkirina 600 hezar bermîlên niftê di rojê de bi dest xist. (BANGÊ ÎSLÂMİ)