ÎranNûçeRojhilatanavin

Zengene: Pir muhtemel ser kêmkirina berhemanîna niftê lihevkirineke cîhanî pêk were

Wezîrê niftê yê Komara Îslamî ya Îranê diyar kir: Pir muhtemel e hevhatina cîhanî jibo kêmkirina berhemanîna niftê navbera welatên endam û ne-endam ên OPECê bê domandin.

 Li gorî rapora  roja çarşemiyê ya  IRNAyê,  Bîjen Zengene, wezîrê niftê yê Komara Îslamî ya Îranê got : Divê li bara  domandina hevhatina cîhanî jibo kêmkirina  berhemanîna niftê muzakirên zêde bên kirin.

Wezîrê niftê yê Îranê destnîşan kir:  Jibo nirxandina  şertên welatên endam û  yên ne-endam ên OPECê li warê dirêjkirina kêmkirina  berhemanîna  niftê dem pêwîst e.

OPEC` ê li civîna fermî ya 30 Mijdara 2016`an  li Viyanayê yekim car ji sala 2008an  kêmkirina  berhemanîna niftê qebûl kir da ku bi kêmkirina  zêdeka  belavkirina  niftê di bazaran alîkariyê bide  jordeçûna  asta buhaya niftê.

Li vê civînê Komara Îslamî ya Îranê heya  gihêştina li asta berhemanînê heya asta  beriya boykotan,  ji cihanîna  vê hevhatinê hat miafkirin.

Li gorî hevhatina dîrokî ya OPECê, OPEC ji Çileya 2017an  milyonek û 200 hezar bermîl di rojê de  asta  berhemanîna nifta xwe kêm kir.

OPECê her wiha  di dehê Kanûna 2016an  dengê erê yê berhemhênerên  niftê yên neendamê OPEC`ê, ji wan Rûsiye, Qezaqistan, Gîne, Komara Azerbaycanê, Sûdan, Malizya, Uman, Sûdan, Bolîwî, Mekzîk, Behreyn û Broniyê li bara  kêmkirina  600 hezar bermîlên  niftê di rojê de bi dest xist. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu