Elî Ekber Salihî, duşemiyê şevê li parêzgeha Qumê bal kişand ser vê yekê ku ger Emerîka rêketinnama navokî binpê bike, Komara Îslamî ya Îranê yê 100 hezar SWU`î mideha sal û nîvekê de zengîn bike.
Salihî bal kişand ser radesetkirina sê barên oranîyoma oksîdebûyî ya amade jibo zengînkirinê bo Îranê bi qasî 149 tonî û got: Barê dawiyê roja sêşemiyê radestî Îranê dibe da ku paşekevtên Îranê piştî rêketinnama navokî ku zêde ji 210 ton kêyka zer bûye bighêje 350 tonê.
Zext û bêsoziya dewleta Emerîkayê ji destpêka cîhanîna hevhatina navokî li halekê ye ku li gor raporên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê, NY û konseya ewlehiyê, Îranê tim pêsipartên xwe li warê rêketinnama navokî cih aniye.
Donald Trump serokkomarê Emerîkayê berûvajiya helwestên aliyên din ên rêketinnama navokî(Brîtanya, Fransa, Almanya, Rûsiye, Çîn û YE) tekez kiriye: Rêketinnama navokî hevhatina herî xirab e ku heya dîtiye.
Donald Trump li hilbijartinên serokkomariya Emerîkayê jî tim rêketinnama navokî weke karesat û hevhatinnama herî baş a cîhanê daye zanîn û soz dabû ku ger bighêje koşka Sipî dê hema roja ewilî rêketinnama navokî bidirîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)