ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Zerîf: Agirbesa li Sûriyê destkevteka mezin e

Wezîrê karên derve yê Îranê bi pêşewaziya ji cihhatina hevhatinnama agirbesê li Sûriyê, ev hevhatina destkevteka mezin û girîng da zanîn.

Li peyama Twitterê ya Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Komara Îslamiya Îranê hatiye: cihatina agirbesa li Sûriyê, destkevteka mezin e ku mirov dikare bi bikaranîna vê derfetê, kokên terorîsmê hişk bike û rê jibo çareseriya qeyrana Sûriyê xweş bike.

Li gorî hevhatinê, agirbesa giştalî ji sibeha îniyê ve li gişt Sûriyê cih hatiye.

Serokkomarê Rûsyê, roja pêncşemiyê ragihandibû ku hevkariyên di navbera Têhran, Moskova û Enqerê bûne sedema pêkhatina agirbesa li Sûriyê û her sê welat bi awayekî hevpar, garantiya cihatina wê girtine ustiyê xwe.

Li qeyrana Sûriyê ku ji şeş salan beriya niha ve bi piştgîriya hin welatên rojavayî û welatên navçê ji komên terorîst û neyarê dewleta Şamê dest pê bûye, bi dehan hezar welatiyên sûrî hatine kuştin, bi sedan kes aware bûne û bi mîlyardan dolar xisar li binavahiyên vî welatî ketin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu