NûçeRojhilatanavinSûriye

Hêzên sûrî li derdora Helebê derbên giran li têrorîstan xistin

Artêşa Sûrîyê ragihand ku di encama êrişa duh a balafirên cengê yên vî welatî ser têrorîstan li derdora rojhilata Helebê da, bi dehan têrorîst hatin kuştinê.

Televîzyona Alakhbaria ya Sûrîyê ragihand ku balafirên cengê yên artêşa Sûrîyê duh danê êvarê çend caran êrişî baregeh û çeperên têrorîstên DAIŞ`ê yên li derdora rojhilata Helebê kirin ku di encamê da bi dehan têrorîst hatin kuştinê.

Malpera nûçan a Alnashra jî opêrasyona hêzên bejayî yên artêşa Sûrîyê li derdora rojhilata Helebê piştrast kir û ragihand ku derbên gian li têrorîstan ketin.

Li gorî rapora televîzyona Al-Mayadinê jî, artêşa Sûrîyê duh danê êvarê bi dû pêşdaçûna li parêzgeha Humsê karî ku kontrola devera Sewamiê li bakûra rojhilata Tedmurê û devera Qebebê li bakûra Amirîyê bêxe destê xwe.

Televîzyona Alakhbaria ya Sûrîyê herwiha ragihand: Hin yekîneyên artêşa Sûrîyê êrişî baregehên têrorîstên Cebhetunusrê li deverên Kerek û Ebasîyê li Derabeledê kirin ku di encamê da hejmarek têrorîst hatin kuştinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu