CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Amerîka ji qanûnê dirreve

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê, vekişîna Amerîkayê ji Peymana Dostîyê ya ku di sala 1955`ê de di navbera Têhran û Wşaîngtonê de hat wajokirinê, mînakeke din a revîna Amerîkayê ji qanûnê zanî.

Mihemedcewad Zerîf Wezîrê Karên Derve yê Îranê li peyameke bi rêya Twwiterê nivîsî: “Amerîkayê Rêketinama Atomî wekî rêketinameyeke çendalî ku di biryarnama 2231 a Konseya Ewlehîyê ya NY de jî cî girtîye, bi vê hegerê ku bi dû peymaneke dualî digel Îranê ye, ibtal kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê herwiha got: Niha jî ku Dîwana Navnetewî ya Dadwerîyê ferman daye Amerîkayê ku binpêkirina Rêketinama Atomî û boykotkirina gelê Îranê bi dawî bîne, ji peymana di navbera Amerîka û Îranê de vedikişe.

Dîwana Navnetewî ya Dadwerîyê duh tevî erêkirina hêjatîya xwe ji bo şopandina doznameya Îranê li hemberî Amerîkayê, Waşîngton erkdar kir heta dema ku ev Dîwana biryara teqil dide, bisînorkirina karên mirovdostî û esmanî yên Îranê rake.

Piştî vekişîna yekalî ya Amerîkayê ji Rêketinama Atomî ya digel Îranê û sepandina dubare ya boykotan ser gelê Îranê de, Têhranê dozek dijî Waşîngtonê li Dîwana Navnetewî ya Dadwerîyê vekir.

Dîwana Navnetewî ya Dadwerîyê piştî hilkolandina wê dozê, ser xêra Komara Islamî ya Îranê biryar da. Mike Pompeo Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê jî piştî vê biryara Dîwanê şeva buhurî ragihand ku Amerîka Peymana Dostîyê ya sala 1955`ê kutabûyî dizane.

Başa dön tuşu