ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf armancên civîna sêalî ya Bakuyê şirove kir

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê birêvebirina civîna sêqolî ya di navbera Îran, Rûsiye û Komara Azerbaycanê nîşana viyana sê welatan bona berfirehkirina peywendiyan da zanîn.

Mihemed Cewad Zerîf berêvara roja çarşemiyê dema gihêşt Bakûyê li gotûbêja tev IRIB News`ê bal kişand ser destpêkirina opêrsiyona cihanîna çêkirina pirê li navça sînorî ya Astarayê navbera Îranê û Komara Azerbaycanê li pêşerojeke nêzîk da û got: Heya dawiya salê rêhesinên du welatan dê bizeliqin hev û bi vî karî peywendiyên du welatan û welatên navçeyê dê berfirehtir bibin.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha destnîşan kir ku ev civîna sêqolî li gorî biryara serokomarên du welatên Îran û Komara Azerbaycanê li sefera vê dawiyê ya Ilham Eliyêf serokomarê Azerbaycanê bo Têhranê birêve diçe û bi beşdariya wezîrê karên derve yê Rûsiyê dê bibe derfeteke baş bona rawêjkariya li bara alûgurên vê dawiyên yên Komara Azerbaycanê her wiha mijara Sûriyê.

Wî her wiha pêgirî kir ku Îran dixweze ku şer û pevçûnên di navbera Ermenistanê û Komara Azerbaycanê li Qerebaxê bi dawî werin.

Mihemed Cewad Zerîf, Sergêy Laveof û Êlmar Mihemed Yarof wezîrên karên derve yên Îran , Rûsiye û Komara Azerbaycanê îro pênşemeyê li vê civîna sêqolî û yekojî ku bona cara yekê li Bakûyê bi rê ve diçe, dê riyên bihêzkirina hevkariyên sêalî hilkolin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu