Zerîf bi wezîrê karên derve yê Krowasiyê re hevdîtin pêk anî
Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê roja çarşemiyê bi Marko Pavîç, wezîrê kar ê Krowasiyê re civiya û gotûbêj kir.
Li gorî rapora IRNA`yê, li vê hevdîtinê her du aliyan, bal kişandin ser geşatiya ber bi pêş a hevkariyan li warên enerjiyê, xebitandina sermayê, pêşe û hîndekariyên teknîkî û profeşnal û her wiha hevkariyên bankî sekinîn.
Muhemed Cewad Zerîf û taxima bi wî re di dewama sefera xwe bo navça Balkan û Ewrûpaya rojhilat, piştî hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên pilebilind ên Sirbistan û Bulgaristanê, çarşemiyê şevê gihêştin balefirgeha Zagrebê û ji aliyê rayedarên Krowasiyê û Muhemed Riza Sadiq balyoz û endamên balyozxana Komara Îslamî ya Îranê li welatê hanê hatin pêşewazîkirin.
Wezîrê karên derve yê Îranê ku roaj duşemiyê berê xwe da Ewrûpaya rojhilat, piştî hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên welatên Sirbistan û Bulgaristanê çû Krowasiyê û piştî wê jî dê here Bosniyayê.
Taxima pilebilind a siyasî û her wiha taximeka aborî ku pêk hatiye ji hin bingah û karçêkerên aborî yên beşên taybet û dewletî, li sefera navça Balkanê hevrêtiya wezîrê karên derve yê Îranê dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)