EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf bi wezîrê karên derve yê Krowasiyê re hevdîtin pêk anî

Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê roja çarşemiyê bi Marko Pavîç, wezîrê kar ê Krowasiyê re civiya û gotûbêj kir.

 Li gorî rapora IRNA`yê, li vê hevdîtinê her du aliyan, bal kişandin ser geşatiya ber bi pêş a hevkariyan li warên enerjiyê, xebitandina sermayê, pêşe û hîndekariyên  teknîkî û  profeşnal û her wiha hevkariyên bankî sekinîn.

Muhemed Cewad Zerîf û taxima bi wî re di dewama sefera xwe bo navça Balkan û Ewrûpaya rojhilat, piştî hevdîtin û gotûbêja  bi rayedarên pilebilind  ên  Sirbistan û Bulgaristanê, çarşemiyê şevê gihêştin balefirgeha Zagrebê û ji aliyê rayedarên  Krowasiyê û Muhemed Riza Sadiq balyoz û endamên  balyozxana  Komara Îslamî ya Îranê li welatê hanê hatin pêşewazîkirin.

Wezîrê karên derve yê Îranê ku roaj duşemiyê berê xwe da Ewrûpaya rojhilat, piştî hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên welatên  Sirbistan û Bulgaristanê çû Krowasiyê û piştî wê jî dê here Bosniyayê.

Taxima pilebilind a siyasî û her wiha  taximeka aborî ku pêk hatiye ji hin bingah û karçêkerên  aborî yên beşên taybet û dewletî, li  sefera navça Balkanê hevrêtiya  wezîrê karên derve yê Îranê dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu