ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Bicihbûna Amerîkayê li Sûrîyê hema ji destpêkê va neqanûnî bû

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got ku Amerîkayê qet li hemberî koma têrorîst a DAIŞ`ê şer nekirîye û bicihbûna hêzên vî welatî li Sûrîyê jî bi xêra gel an bi îzna dewleta Sûrîyê nebû.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf li hevpeyvîna digel Kanala Al Mayadeen`ê herwiha got: Bicihbûna Amerîkayê li Sûrîyê hema ji destpêkê va neqanûnî bû û agahîyên tam derbarê plana Amerîkayê ya têkildarî Sûrîyê da tinene.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê herwiha bi gotina vê yekê ku piştî vekişîna Amerîkayê ji Rêketinama Atomî, Îranê bijareyên curbicur hene, bi bîr xist ku Îran li gorî berjewendîyên xwe yên netewî dê wan bijareyana bi kar bîne.

Wî herwiha got: Divê ewrûpî sozên xwe têkildarî Rêketinama Atomî bi cih bînin û heke ew pêngavên piratîkî ranekin, Îran li benda wan namîne.

Zerîf di dewama gotinên xwe da dîyar kir ku welatên navçê nabe li dijî hev bin belkî divê bi hev ra ewelhîya hevdu dabîn bikin, ragihand: Erebistanê bi dehan milyard dolar di şerê dijî Yemenê da xerc kirin lê, tiştek bi dest nexist.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê derbarê opêrasyona ihtimalî ya Tirkîyê li axa Sûrîyê de jî got: Îran dilgiranîyên Tirkîyê têkildarî opêrasyona têrorîstî fem dike û opêrasyona leşkerî ya bêyî rizamendîya dewleta Şamê li axa Sûrîyê alîkarîyê nade çareserkirina qeyranê.

Başa dön tuşu