ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Bila Amerîka sozên xwe yên Lihevkirina Navokî cih bîne

Wezîrê karên derve yê Îranê li bara encama hilbijartina serokomartiya Amerîkayê got: Tişta ku Amerîkayê wek sozeke navneteweyiya çendalî li warê Lihevkirina Navokî pejirandiye, gere cih bîne.

Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê piştî hevdîtina digel hevtayê xwe yê romanyayî li bara bijartina Trump got: Serokomarê Amerîkayê gere rastiyên cîhana îroyîn bi başî têbigihêje û siyasetên xwe digel van rastiyan saz bike.

Wî li civîneke çapemeniyê li Romanyayê got: “Deb û resma me eva ye ku em destê xwe li karên navxweyî yên welatên din wernadin. Li gorî viya ku Îran û Amerîkayê peywendiya xwe ya siyasî tunînin, ya girîng ev e ku serokomarê din ê Amerîkayê erka xwe ya berçavgirtina sozên çendalî di Lihevkirina Navokî heye û em bi yeqîn in ku civaka navneteweyî jî wê çaverêtiyeke viha ji Amerîkayê hebe“.

Li gorî rapora piştrastnebûyî yên hin çavkaniyên nûçan, Donald Trump berbijarê Komarîxwaz bi 274 dengên ekektoral ji hevrikê xwe yê demokrat bi 208 dengên elektoral pêş ketiye.

Hejmara  hemî dengên  elektoral 538 deng in. Encama  eseh a hilbijartinên serokkomariya Emerîkayê ji aliyê rayedarên vî welatî ve nehatiye ragihandin û encamên hatî weşandinê yên nefermî yên çavkaniyên nûçan  nehatine  piştrastkirin.

Hejmartina dengan ji siba roja çarşemiyê ve destpê bûye û li piraniya  eyaletên giring ji wan Florîda, Donald Trump bi ser ket. 45 hilbaijrtinên  serokomariya  Emerîkayê roja sêşemiyê bi vekirina  navendên  denggirtinê li eyaletên  bakurê rojhilata  vî welatî li Wermont, Niyohemşayer, Niyoyork, Vîrcînya, Kantîket û Niyocersiyê karê xwe destpê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu