Wezîrê karên derve yê Îranê li bara encama hilbijartina serokomartiya Amerîkayê got: Tişta ku Amerîkayê wek sozeke navneteweyiya çendalî li warê Lihevkirina Navokî pejirandiye, gere cih bîne.
Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê piştî hevdîtina digel hevtayê xwe yê romanyayî li bara bijartina Trump got: Serokomarê Amerîkayê gere rastiyên cîhana îroyîn bi başî têbigihêje û siyasetên xwe digel van rastiyan saz bike.
Wî li civîneke çapemeniyê li Romanyayê got: “Deb û resma me eva ye ku em destê xwe li karên navxweyî yên welatên din wernadin. Li gorî viya ku Îran û Amerîkayê peywendiya xwe ya siyasî tunînin, ya girîng ev e ku serokomarê din ê Amerîkayê erka xwe ya berçavgirtina sozên çendalî di Lihevkirina Navokî heye û em bi yeqîn in ku civaka navneteweyî jî wê çaverêtiyeke viha ji Amerîkayê hebe“.
Li gorî rapora piştrastnebûyî yên hin çavkaniyên nûçan, Donald Trump berbijarê Komarîxwaz bi 274 dengên ekektoral ji hevrikê xwe yê demokrat bi 208 dengên elektoral pêş ketiye.
Hejmara hemî dengên elektoral 538 deng in. Encama eseh a hilbijartinên serokkomariya Emerîkayê ji aliyê rayedarên vî welatî ve nehatiye ragihandin û encamên hatî weşandinê yên nefermî yên çavkaniyên nûçan nehatine piştrastkirin.
Hejmartina dengan ji siba roja çarşemiyê ve destpê bûye û li piraniya eyaletên giring ji wan Florîda, Donald Trump bi ser ket. 45 hilbaijrtinên serokomariya Emerîkayê roja sêşemiyê bi vekirina navendên denggirtinê li eyaletên bakurê rojhilata vî welatî li Wermont, Niyohemşayer, Niyoyork, Vîrcînya, Kantîket û Niyocersiyê karê xwe destpê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)