IraqNûçeRojhilatanavin

Azadiya çend navçên rojavaya Iraqê ji destê terorîstan

Artêşa Iraqê çend navçên derûdora Felûcê li rojavaya vî welatî ji destê terorîstan azad kir.

Li gor rapora navenda nûçan yê ajansên iraqî, Artêşa vî welatî îro sêşemê çend navçên derûdora Felûcê yên wekî navça Fehîlat û gundên El-Bîyûssif, El-Xezrec û El-Bustamiye li başûra Felûcê li parêzgeha El-Enbarê li rojavaya vî welatî ji destê terorîstan azad kir.

Hatiye ragihandin ku li vê êrişa artêşa Iraqê û hêzên gelanî birek ji terorîstan hatine kuştin.

Hêzên artêşa Iraqê harwisa roja duşemê jî karîn navçên Xalidiye, Saide, Mesxen û El-Yoesaf jî ji destê terorîstan derxistin.

Îsmayîl El-Mehlavî qumandê operasiyona El-Enbarê jî got: Artêşa Iraqê li dewama operasiyonên dijî terorîstan li başûra Felûcê karîn 3 tonilên terorîstan binasin û kavil bikin ku ji ber vê êrişê birek ji terorîstan jî hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu