ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Bila Japon rola xwe li kêmkirina têrorîsmê li navçê bikar bîne

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Japon bila bi saya peywendîyên xwe yên sîyasî ligel welatên din ên navçê, wan han bide ku ji piştgirîya ji têrorîstan dûr bikevin.

Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê îro li hevdîtina tev Fomîyo Kîşîda wezîrê karên derve yê Japonê, li bajarê Tokyoyê herwiha got: Îran wekî aramgeha istiqrara navçê, çavlirê ye ku Japon roleke çalak li pêkanîna istiqrarê li Rojhilata Navînê pêk bilîze.

Mihemedcewad Zerîf herwiha got: Îran jibo hevkarîya dualî û çendalî legel Japonê jibo vegerandina istiqrarê ûpêşketina aborî li Efganistanê û derdora Kendava Farsê amade ye.

Zerîf herwiha bal kişand ser rola Japonê li cihanîna xalên rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê û ev rola kêrhatî wesif kir û hêvî kir ku Tokyo li warên din ji wan peywendîyên bankî û aborî jî li Îranê çalak be.

Wî li dewama xeberdana xwe pêkutî li ser cihanîna rêketinama navbera her du welatan a di Îlona 2016`an da jibo kifşkirina nexşerêya dehsalî ya Îran û Japonê kir.

Fomîyo Kîşêda wezîrê karên derve yê Japonê jî bi pêkutîya li ser cihanîna durist a rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê got, welatê wî piştgirîyê dide rêketinama navokî û jibo cihanîna vê rêketinamê yê hevkarîyên pêwîst bike.

Wezîrê karên derve yê Japonê herwiha li ser rola girîng û çalak a Îranê li jordabirina aştîya netewî sekinî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu