Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Divê rojava berpirsiyarî û xerceke zêdetir li hember ewlehiya ku ji ber rawestana Îranê li hember qaçaxa madên narkotîk tê dest, qebûl bike.
Wezîrê karên derve yê Îranê, Muhemed Cewad Zerîf roja duşemiyê li hevdîtina Yurî Fedotof, alîkarê sekreterê giştî yê NY û rêveberê cihanînê yê nivîsgeha rawestana li ber madên narkotîk û sûçên NY li Têhranê got : Sersariya rojava derheq girtina pêşiya qaçaxa madên narkotîk meseleyeke giruing e lê nabe mesela rawestana li ber madên narkotîk bibe meseleyeke siyasî.
Zerîf bal kişand ser xercên giran ku Îranê jibo girtina madên narkotîk daye û got : Ciwanên Îranê li vê riyê canê xwe ji dest didin û xercên zav ên însanî û civakî yên Îranê zêdetir ji xercên welatên din e.
Zerîf her wiha amadetiya Îranê jibo her cure hevkariya bi nivîsgeha rawestana li ber madên narkotîk û sûçên NY ragihand.
Yûrî Fedotof rêveberê cihanînê yê nivîsgeha rawestana li ber madên narkotîk û sûçên NY jî li hevdîtina bi Zerîf re got : Nêzîkî sedî 75 a keşf û zevtkirina madên narkotîk li cîhanê ji aliyê Îranê ve cih tê û ji rola balkêş a Îranê jibo rawestana li ber qaçaxa madên narkotîk qedrzaniyê dike.
Yûrî Fedotof destnîşan kir: NY hevcedarê alîkarî û hevkariya zêdetir tev Îranê li warê rawestana li ber madên narkotîk e.
Alîkarê sekreterê giştî yê NY her wiha alîkariya bo damezrandina ewlehî û aramiya li Efxansitanê jibo rawestana li ber sûçên madên narkotîk û şuştina dirêv pêdivî da zanîn.
Kargêrê nivîsgeha rawestana li ber madên narkotîk û sûcan a NY jibo beşdariya li civîna navneteweyî ya hilkolandina pêvajoya qaçaxa madên narkotîk ji riya Balkanê û rawestana li ber qaçax û sûçên plankirî sefera Têhranê kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)