ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf bo Benyamûn Netanyahû got: ”Şivanê derewîn xelkê dixapîne”

Piştî ku Serokwezîrê Îsraîlê dagîrker Benyamûn Netanyahû bi eşkerekirina hinek belgeyan re Îran bi xapandin û derewkariyê di warê bernameya nepen a nukleerî de tawanbar kir, Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf bersiv da.

Zerîf li ser hesabê xwe yê twitterê bersiv da siyonîst Netanyahû û ew bi xapandina mirovan tawanbar kir.

Wezîrê îranî di twîta xwe de, cih da xêzeke ku siyonîst Netanyahû li sala 2012an di axaftineke xwe ya li Neteweyên Yekbûyî de bikar aniye û got, “Lezgîn: Şivanê derewîn li ser kar e. Fîyaskoya karûkatura li NYyê jî xîreta wî neşkand. Êdî tenê dikarî beşeke piçûk a mirovan bixapînî.”

Zerîf di berdewamê de jî parvekirineke din kir û helwesta Serokê Amerîkayê Donald Trump a bo hilweşandina peymana nukleerî bi Îranê re bi bîr xist û diyar kir, “Îdiayên ji aliyê şivanê derewîn beriya bi çend rojan ji 12ê Gulanê tên. Lê lezkirina Trump hemû nepenîbûn ji holê kir.”

Başa dön tuşu