EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf bo pişkdariya li civîna Sûriyê diçe Viyenê

Wezîrê karên derve yê Îranê jibo pişkdariya li civîna koma nasyar bi Piştgirên Sûriyê (Koma Têkiliyê) yê îşev here Viyenê.

Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê ku yê îşev bi merema pişkdariya li civîna Koma Piştgiriya ji Sûriyê here Viyenê, Hisên Emîrevdilahiyan alîkarê wî yê beşa welatên ereb û afrîqî û Sadiq Hisên Cabirî-Ensarî berdevkê wezareta karên derve jî yê ligel wî herin VIyenê.

Civîna Koma Piştgiriya ji SÛriyê yê sibê sêşem 17`ê Gulanê li bajarê Viyen paytexta Otrîşê bê lidarxistin.

Can Kêrî, wezîrê karên derve yê Amerîkayê û Sêrgêyî Lavrof, wezîrê karên derve yê Ûrsêtê bi awayewkî hevpar serokatiya civîna Koma Piştgiriya ji Sûriyê dikin.

Koma Piştgiriya ji Sûriyê 20 welatan ji wan Îranê digire ber xwe ku bi merema peydakirina rêbazeke dîplomatîk bo qeyrana Sûriyê pêk hat.

Vê komê bi piştgiriya Konseya Elwehiyê nexşeriyek destpê kiriye ku li gorî wê biryar e piştî pêkanîna agirbesê, muzakirên dewletê û neyarên wê destpê bibin, destûra bingehîn a nû bê amadekirin û mideha 18 mehan da hilbijartinên parlimanî û serokomartiyê li Sûriyê bên birêxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu