EwropaNûçe

Almanya wê berpirsyariya xwe ji bo penaberan bîne cih

Almanyayê daxuyand ji 500 penaberên ku ji bo girtina wan soz dabû Yûnanîstanê, wê koma pêşîn di meha mijdarê de bigire.

Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî yê Almanyayê ji bo rojnameya Handelsblattê daxuyand û got “ji Yûnanîstan û Îtalyayê belgeyên di derbarê zêdetirî 500 penaberan de gihîştin me. Ev belge niha li Daîreya Koç û Penaberî ya Federalê (BAMF) tên lêkolîn kirin.”

Berdevk anî ziman ku ew ê koma penaberan a pêşîn di meha pêşîn de bînin Almanyayê û got “balafira penaberan a pêşîn ku wê ji Yûnanîstanê were, dibe k udi meha mijdarê li Almanyayê dakeve.” Hikumet û serokên dewlet ên YE nêzîkê salek berê biryar dabûn ku 160 hezar penaberan di navbera wan welatên endam de parve bikin û Almanyayê jî soz dabû ku wê ji bo parvekirina barê Îtalya û Yûnanîstanê 27 hezar penaber bigire. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu