NûçeRojhilatanavinSûriye

Serokomarê Sûriyê Beşar Esad: Welatên piştgirê têrorîsmê li dû vê ne ku ji nû va komên têrorîst vejînin

Serokomarê Sûriyê roja çarşemiyê li hevdîtina bi Elêksandir Lavirintof nûnerê taybet ê serokomarê Rûsiyê li karên Sûriyê li Şamê got: Welatên piştgirê têrorîsmê li dû vê ne ku ji nû va komên têrorîst vejînin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Bişar Esedê serokomarê Sûriyê bal kişande ser êrîşa sibeha roja Çarşemiyê ya koma têrorîst a DAIŞê li parêzgeha Suweydayê li başûrê Sûriyê ku di encamê da 215 welatiylên sûrî hatin kuştin û got: Ev cinayet nîşana wê yekê ye ku welatên piştgirê têrorîsmê ji bop vejiyandina ji nû ve ya komên têrorîst hewil didin da ku wê wek belgeyek ji bo serêxwegirtina destkeftln siyasî bi kar bînin.

Nûnerê Pûtîn jî li vê hevdîtinê ev êrîş şermezar kir û got: Ev cûre êrîş nîşan didin ku riya ku dewleta Sûriyê ji bo sekinîna li hemberî Sûriyê girtiye ber xwe, riyeka durust e.

Bişar Esed û Lavirintof her wiha li ser pêdiviyên dora dehem a gotûbêjên Astaneyê ku biryar e heftiya tê li bajarê Sûçiyê were lidarxistin, gotûbêj kirin.

Başa dön tuşu