ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: “Civîna Konseya Ewlehiyê derbarê Îranê `şaşitiyeka din a ji ser ehmeqiyê` ji dewleta Trump bû“

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê lidarxistina civîna Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li bara Îranê wek `Îftizahek din` ji bo dewleta Trump da zanîn.

Konseya Ewlehiyê ya NY êvara Îniyê bi zexta Amerîkayê ji bo hilkolandina bûyerên vê dawiyê li Îranê civînek li dar xist.

Li vê civînê pirraniya enamên Konseya Ewlehiyê li hemberî Amerîkayê rawestiyan û rê nedan ku Waşîngton vê derfetê ji bo bi encamgihandina armancên xw e ji wan piştevaniya ji alozîçêkeran li Îranê bi kar bîne.

Nûnerê Qezaqistanê li NY, Xîret Umerof ku welatê wî serokatiya vê dorê ya Konseya Ewlehiyê girtiye ustiyê xwe, wek encama vê civînê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku aloziyên vê dawiyê li Îranê tu têkilliya xwe bi ewlehiya navçeyî an navneteweyî tune, got ku erka Konseya Ewlehiyê nîne ku vê mijarê hilkolîne“.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf êvara Şemiyê piştî vê civînê li Twittekê nivîsî: “Konseya Ewlehiyê ya NY hewildana giran a Amerîkayê ji bo desteserkirina desthilatên wê nepejirand. Îftizaheka siyasî ya din li warê siyaseta derveyî bo dewleta Trump“.

Di rojên bihurî da hejmareka xelkê li çend bajarên Îranê bi lidarxistina kombûn û bilindkirina hin dirûşmeyan, nerazîtiya xwe li hemberî diyarnekirina teklîfa enstîtûyên malî û girnbûna bihayê hin kelûpelan û lawaziya çavdêriya dewletê nîşan dan ku li hinek ji van kombûnan bi desthebûna kesên derfetxwaz alozî û tevlihevî derket. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu