ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Dayîna vîzeyê di navbera Îranê û Komara Azerbaycanê de tê hêsankirin

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Bi zûtirkê dê îranî bikaribin dema seredana Komara Azerbaycanê ji imkana dayîna vîzeyê li balafirgehan sûdê wergirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê îro li civîneke rojnamevanîyê piştî civîna çaralî ya Îran, Tirkîye, Komara Azerbaycan û Gurcistanê ku li Bakûrê hat lidarxistin, got: Di navbera Îranê û Tirkîye û Gurcistanê de qirarên rakirina vîzeyê hene û bi zûtirkê dê îranî bikaribin ji bo seredana Komara Azerbaycanê li balafirgehan vîzeyê wergirin.

Zerîf herwiha got: Xebata ser peywendîyên gelanî û pêşxistina geştyarîyê ji mêhwerên civîna çaralî ya digel wezîrên karên derve yên Îran, Tirkîye, Azerbaycan û Gurcistanê bû.

Wezîrê karên derve yê Îranê herwiha got: Roja îro hatin û çûyîna geştyaran di navbera Îran, Tirkîye, Azerbaycan û Gurcistanê de hatîye hêsankirinê û li civînên bê yên çaralî ev meseleya yê zêdetir bê hilkolandin.

Zerîf bal kişand ser vê yekê ku Komara Azerbaycan, Tirkîye û Gurcistanê rabhorîyeke dûr a dîrokî, çandî û erdnigarîyê bi Îranê re hene û dîyar kir: Ev babetên hevpar van 4 welatana bi hev ra girêdidin û hevkarîya van 4 welatana diakre zemînê ji bo aştî û istiqrarê li navçê xweş bike.

Başa dön tuşu