İslami Davet Kurdi Bange İslami

Zerîf: Derheq bê soziya Amerîkayê li bara Rêketinama Navokî me du caran name şandiye

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Me du caran li bara bê soziya Amerîkayê derheq cihanîna Rêketinama Navokî ji bo Nûnera Yekitiya Ewropayê li siyaseta derve Fedrîka Mogerînî name şandiye.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf duh li bara cihanîna  Rêketinama Navokî û zêdekirina dema boykotên 10 salî yên Amerîkayê li dij Îranê got: Zêdekirina van boykotan li dij Rêketinama Navokî ye û evana dibin sedema Îran şêwazên qanûnî ku li rêketinama hanê hatine berçavgirtin bişopîne û  şêwazên din ku serokê Komara Îslamî ya Îranê li bara wan axivtiye bikar bîne.

Piştî bê soziya Amerîkayê derheq soz û peymanên wê yên li gor Rêketinama Navokî û binpêkirina vê rêketinamê û li çarçova biryarên Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê û Desteya Zêrevaniya Cihanîna Rêketinama Navokî, serokê Komara Îslamî ya Îranê, li vê çarçovê de destûrên pêwîst dan wezîrê karên derve û serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê.

Senaya Amerîkayê vê dawiyê bi 99 dengên erê pesend kir ku bila Boykotên li dij Îranê yên bi navê ISA deh salên din yanî heya 2026 berdewam bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version