ÎranNûçeRojhilatanavin

Hişyarî û aqilmendiya Îranê, pêşiya pekyana şêrr bo nava Kendava Farsê girt

Cîgirê qumandê hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Eger hêz, şiyan û xweragiriya Komara Îslamiya Îranê nebûya, wê şerrê piştgirên DAIŞ`ê bikişya nav Kendava Farsê jî.

Deryadar Elîriza Tengsîrî, roja şemiyê li rêûresma salvegera bîst û nehan a hemaseya deryadilên Sipahê li sekinîna li hember serdestîxweziya Amerîkayê li Kendava Farsê, herwiha got: Eger xweragêriya Komara Îslamiya Îranê, nebûya liv û tevger û handanên dijminan dikarîn ku bibin sedema pêkhatina pevçûn û bê ewlehiya li Kendava Farsê û Tengava Hurmizê.

Cîgirê qumandê hêza deryayî ya Sipahê, got: Piştgirên DAIŞ`ê û di serê wan de tevgera siyonîst a navçeyî, heta bi xwekujiya siyasî û heysîyetî hewl dane ku bê ewlehtî û cinayetên xwe ber bi Kendava Farsê û tengava Hurmizê ve bikişînin.

Deryadar Tengsîrî, got: Yek ji faktorên ku dijmin bi kar tîne û li ser wê pirr sermaye daniye û li ser dixebite, sûdwergirtina ji agehdarnebûn, nezanî û bê tecrubetiya hin desthilatdarên welatên navçê bona cihanîna vê senaryoyê li Kendava Fars û Deryaya Umanê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu