CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

5 Hezar koçber di avê de xeniqîn

Li gorî doneyên Neteweyên Yekbûyî di sala 2016an de zêdetirî 5 hezar koçberan di deryayê de xeniqîne.

Komîseriya Bilind ya Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Navneteweyî ya Peneberiyê ragihand ku li gorî salên berê herî zêde di sala 2016an de koçber di Deryaya Spî de xeniqîne û îsal her roj nêzîkî 17 penaber di Deryaya spî de mirine.

Li gorî komeleya penaberan di sala 2015an de 3 hezar û 777 penaber dema ku li ser Tirkiyê dixwestin derbasî welatên Ewropayê bibin di Derya Spî de xeniqîne. Herwiha li gorî doneyên komeleyê di sala 2015an de milyonek û 200 hezar koçber derbasî welatên Ewropa bûne, lê belê sala 2016 de ew hejmar daketiye 358 hezar kesan. Bi bîr û boçûna Serokê Komeleya Penaberan Murat Erdogan, piştî ku Tirkiyê ligel Ewropayê di derbarê penaberan de lihev kir êdî di Derya Spî de derbasbûna penaberan zehmetir bû û hejmara mirina penaberan jî zêdetir bû.

Li gorî doneyên Rêxistina Mafên Mirovan û Penabaran di sala 2015an bi giştî Tirkiye di rêza yekem de be jî piştî Adara 2016an penaberan zêdetir di ser Lîbya û Tunisê re berê xwe dane Ewropayê. Herwiha pisporê penaberan Alî Zafer Sagiroglu jî dibêje ku, ji ber şerê niha li Iraq û Sûriyê berdewam dike, nêzîkî 50 hezar penaberên Sûriyeyî û 10 hezar penaberên Iraqî di sala 2016an de di ser Tirkiyê re derbasî Ewropayê bûne. 3 hezar penaberan jê canê xwe ji dest daye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu